Em bi bîr tînin – komxebatek dîrokê ya pirzimanî

Hevalên hêja!

Komxebatek dîrokê wê ji çileya pêşîn (meha 12 ya 2021) ve wekî beşek ji desteya pirzimanî ya Common Voices li cem Radio Corax dest pê bike. Ew komxebat, derfetê dide mirovên xwedî ezmûnên koçberiyê ku salekê bi xurtî li ser mijarên Netewegirî-Sosyalîzm û Holokostê bisekinin. Em dixwazin lê binihêrin: Çi encamên Netewegirî-Sosyalîzmê heya îro berdewam dikin? Zanebûna li ser dîroka Sosyalîst a Netewegirî û Holokostê çawa dikare bibe alîkar ku di jiyana rojane de dijminatiya nîjadperest û antî-Semîtî were senifandin? Heya niha bîranînên paşerojê çawan bûn û hê jî kîjan formên bîranînê dikarin hebin?

Weşanên radyo, rapor û hevpeyvîn ji bo lêkolîn û bihîstiyarkirina dîrokê amûrên me ne. Di wê komê de ku ji deh kesan pêk tê, hûnê di kursa dîrokê de çêkirina bernameyên radyoyê fêr bibin, bi hev re serî li cihên cuda yên dîrokî li Sachsen-Anhalt û Thuringia bidin û bi şahid û pisporên hevdem re li ser bîranîn û serpêhatiyên wan ên li ser mijarê biaxivin ku girêdayî mijara Sosyalîzma Netewegirî ne.

Proje bi taybetî ji bo mirovên xwedî ezmûna penaberiyê an koçber ên ku li Halle û derdora wê dijîn tê armanckirin. Hûn ne mecbûr in ku bi zimanê Almanî baş biaxivin û jê fam bikin, ji ber ku wergêr hertim di dema projeyê de bi me re ne. Heya roja 30 -ê meha 11 ya 2021 derfet ji bo tomarkirina navan heye. Agahdariya (pirzimanî) û rêwresmên belavkirina zanyariyan dê di demek nêzîk de werin belavkirin:

www.wir-erinnern.radiocorax.de

Vê mijarê karî bala we bikşîne? Pirsên we hene? Ji me re nameyekê binivîsin:

wir-erinnern@radiocorax.de

Rêwresmên agahdarkirinê dê rojên 18 û 27 meha 10 ya 2021 bêne lidarxistin.

Roja 18-ê meha demjimêr 4-ê êvarê li WELCOME Treff (Freiwilligen-Agentur Halle-Saalkreis, Geiststraße 58).

û

Roja 27meha 10 ya 2021-an demjimêr 4-ê êvarê li Neustädter Passage 13

Li vir hûn dikarin di derheqê projeyê de bêtir fêr bibin, bersivan ji pirsên xwe re bînin û em dikarin hinekî hevûdu nas bikin.

Proje di warê madî de ji hêla Sayiza Bîranîn, Berpirsiyarî û Pêşeroj (EVZ) ve tê piştevanîkirin.

Schreibe eine Antwort

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert