Kurdisch – Danasîna projeyê

Nerînên li ser dîrokê û îro – komxebateke pirzimanî ya ji bo dîrokê li ser radyoya azad

(ji 1. meha 9 ya sala 2021 heya 1 Adar 2023)

Komxebata dîrokê derfetê dide mirovên penaber û koçber ku bi mijarên Netewegirî-Sosyalîzm ya serdema Hîtlêr û Holokostê re mijûl bibin. Lêbelê xula perwerdehiyê yan jî komxebata dîrokêb pêdivî ye ku encamên rejîma Hîtlêr heya îro jî lixwe bigire ka ew îro çawan tê bîranîn.

Heya dawiya sala 2021 em dixwazin komekê ji deh kesan ava bikin ku wê di vê projeyê de salekê bi hev re bixebitin. Proje taybet e ji bo mirovên xwedî pêşîneya koçberiyê yên ji welatên cuda ku li bajarê Halle Saale û derdorê dijîn.

Di çarçoveya projeyê de hûnê biçin serdana cihên cûrbecûr yê dîrokî li parêzgehên Sachsen-Anhalt û Thüringen. Di projeyê de hûnê bixwe dîrokê belge bikin. Ji bo vê mebestê, emê bi şahidên bûyerên hevçerx re li ser bîranîn û serpêhatiyên wan bisekinin. Di komxebata dîrokê de hûnê fêrî çêkirina bernameyên radyoyê jî bibin. Weşanên radyoyê, rapor û hevpeyvîn ji bo lêkolîna dîrokê, amûrên me ne di vê projeyê de. Bi vî awayî, encamên komxebatê jî ji bo her kesê / a ku ji mijarê hez dike li radyoyê têne belavkirin.

Hûn ne neçar in ku bi zimanê Almanî baş biaxivin û jê fam bikin, ji ber ku her dem wergêr di projeyê de amade ne.

Bi tevahî çar qonaxên projeyê hene:

Qonaxa 1´ê: Avakirina komxebata dîrokê

Qonaxa 2´ê: Naskirina dîrokê û radyoyê

Qonaxa 3´ê: Belevkirina bernameyan li radyoyê

Qonaxa 4´ê: Lihevguhertina nerînan û encam

Proje di warê madî de ji hêla Sayiza Bîranîn, Berpirsiyarî û Pêşeroj (EVZ) ve tê piştevanîkirin.