Projeya Komxebata Dîrokê ya naskirî bi (Em bi bîr tînin), projeyek e ku ji aliyê koma nivîskarên bernameya Common Voices ve li cem Radyo Corax birêve diçe.

Radio Corax radyoyek azad û ne -bazirganî ye li bajarê Halle Saale ku bi mebesta xebat li ser bingeheke demokratîk kar dike. Bernameyên Radio Corax ji hêla 300 kesan ve tên çêkirin. Wekî radyoyeke azad, armanca me ev e ku naverokeke azadker yan jî bi hizrên serbestiyê bigihînin radyoyê û hewl bidin ku cudakariya di civakê de bi kar û xebata xwe hilweşînin.

Ji sala 2016 -an ve, bernameyek ji bo kesên xwedî ezmûnên penaberiyê û koçberiyê bi navê Common Voices hate avkirin ku ji komeke nivîskaran ya pirzimanî li cem Radio Corax pêk tê. Ew ji bo penaber û koçberên li bajarê Halle û derdorê bernameyên (heftane) bi awayekî pirzimanî çê dike û pirs, mijar û pirsgirêkên ku ji bo penaberan girîng in tîne radyoyê.

Ger pirs an şîroveyên we hebin, dikarin nameyekê ji me re bişînin:

wir-erinnern@radiocorax.de

Proje di warê madî de ji hêla Sayiza Bîranîn, Berpirsiyarî û Pêşeroj (EVZ) ve tê piştevanîkirin.